Çih Biharem? | Abdallah Osman
Çih Biharem?
Wê çih xweþ ba em bûna xwedan biharan
Dil pê geþ ban jîn þîno wek berya daran
Wê çih miz ba lem veda baþur dîwaran
Rê bihuþt de pêk çûne me kurd hawaran
Wê çih baþ ba em bûna ne girêvdaran
Gel Ferat ne tî birsî dagirt embaran
Wê çih þad ba lem veba bakur diyaran
Ararat re em bûna firwan bi yaran
Wê çih rast ba em bûna tund tollvedaran
Da hayba lem þehîd bi zengil guharan
Wê çih aþt ba em bûna yek bilî çaran
Da Newroz em hev pîroz ber nizmek aran
Wex çih bêjim em bûne kewên Adaran
Hên di guhman her dijêt qîr wîra zaran
Ka li kuh ma çarþema bi jehrebaran
Li Helebçe em pêman reþ bextewaran
Tags:
EVÎN
Evîna Te - Ferhad Îçmo
Heger jiyan bibe derya
evîna te min pêle
heger viyan bibe tembûr
evîna te li ser têle
heger bihar bin ax bibe
evîna te xaç û kêle
di nav pencê êş û...
—————
Evîna min-Şêrzad Berwarî
Evîna min
Ne xwîsara vê sipêdêye
Gava tavê lêda bi behît
Evîna min ne sîbera spîndarêye
Gava ba hat
Li ser dêmê
Yarê mishextbît û birevît
Evîna min
Ne taveka biharêye
Ho zû bihêt û
Her zû biçît
Evîna min
Wek agirê Newrozêye
Wek ronahya gesh rojêye
Qed çi cara na vemirît
—————
COYÊN EVÎNÊ - Bavê Welat
Tuneye ji bo min
dema bête bûnê!
Bi te dijîn
dil û hinavên min
di dema bêtebûnê de.
Anî ji min re bahara rengîn
di nava rûpelên
gul û kulîlkên xwe de,
di nava
xeml û bedewiyên xwe de
e$q û Evîna te...
Disotînin dilêmin
tîrêjen çavên te
ên ku li hez û hezkirinê
hatine dagirtin,
disotînin dilêmin
bi...